TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navçeya Gurun a Sêwasê erdhej çêbû

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 nîsan 2023 22:51

PeyamaKurd - Li bajarê Sêwasê yê Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4.3 pileyan erdhej çêbû.

Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand ku îro 27ê Nîsanê li demjimêr 18:33 li navçeya Gurun a Sêwasê erdhejeke bi tundiya 4.3 rû da.

AFADê daye xuyakirin ku kûrahiya erdhejê ji zemîna erdê 7 kîlometre bûye.

Li gorî zanyariyan bandora erdhejê li bajarên derdora Sêwasê jî çêbûye.

Parve bike: