TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Pasûrê li gundeki û 3 mezra, ji bo 14 rojan qedexeya çûnûhatê hat ragihandin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 29 îlon 2024 02:57

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê (Amed) li navça Pasûrê (Kulp) qedexeya çûnûhatina ji bo 14 rojan hat ragihandin. Nabe bê îzin kes ji deverê derê an here deverê.

Li gor ragihandina parêzgeha Diyarbekirê; ji bo ewlehiyê li navça Pasûrê çûnûhatina gundê Eskarê (Yaylak)ê û mezrayên  Simetok, Guhermi û Nedrehuşê û li devera ku di navbera wan de dimîne ya rojhilatê Girê Şînakê, ji bo 14 rojan hat qedexekirin.

Qedexe ji 29ê Êlûnê destpêdike û heya 13ê Cotmeh 2024an dewam dike. Bi îhtîmalekî mezin qedexe ji bo operasyonên ser PKKê hatiye ragihandin.

Parve bike: