TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li peravên Nijerya êrîsî kestiya Tirk kirin: 10 kes hatin revandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2019 21:27

PeyamaKurd – Li Kendava Gîne ya peravên Nijeryayê keştiye tirk a bi navê Paksoy-1 rastî êrîşê hat û 10 karmendên wê keştiyê hatin revandin.

Hat ragihandin ku keştiya bi navê Paksoy-1 ku ji Bêndera Douala ya Kamerûnê diçû Bêndera Abidjan a peravên Fildişiyê rastî êrîşa rêbiran hatiye û deh karmendên wê hatine dîlgirtin.

Di medya Tirkiyê de dîmenên derbên ku li keştiyê ketine hatin belavkirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê êrîşa ser keştiyê piştrast kir û got, keştiya bi ala Tirkiyê ya kargoyê êvariya 13ê Tîrmehê rastî êrîşa rêbiran hatiye.

Berdevkê AKPê Omer Çelîk derbarê êrîşê de îro ragihand ku saziyên pêwendîdar ên Tirkiyê wekî Wezareta Derve û Îstixbaratê li ser mijarê hûrî radiwestin.

Parve bike: