Kurdistan
Li Qamislo otomobîlek hate bombe kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê danê nîvro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li nêzî dorhêla El-Quwetlî otomobîlek hate bombe kirin.
Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku droneke Tirkiyeyê otomobîlek li nava bajarê Qamişlo li ser rêya Kornîş li nêzî dorhêla El-Quwetlî bombebaran kir.
Li gorî zanyariyan, otomobîla hatiye armanckirin wesayîteke leşkerî ye û guman heye ku kesên di nav de bûn, can dabin.
Hêj derbarê bûyerê de, ji aliyê Rêveberiya Rojava ve daxuyanî nehatiye dayîn.