TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Qoserê du grûb li hev xistin: 2 kes birîndar bûn

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 03 hezîran 2024 23:34

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) di navbera du grûban de pevçûn derket û di encamê de 2 kes birîndar bûn. Pevçûn ber destê êvarê li taxa Cumhuriyetê çêbû. Piştî pevçûna devkî her dû grûb bi kêran li hev xistin.

Di pevçûnê de T. (16) û Bilal B. (16) bi kêrê birîndar bûn. Polîs û tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxaa dewletê ji bo dermankirinê. Polîs ket pey wan kesên ku her dû xortan birîndar kirine.

Parve bike: