Kurdistan
Li Rihayê kesekî hat kustin
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navçeya Eyyûbiyê li taxa Topdaxi di navbera du grûban de şer û pevçûn derket. Li ciyê bûyerê kesekî bi navê Necdet Keskin birîndar bû.
Tîmên tenduristiyê yên 112 an birîndar birin nexweşxana dewletê ya Balıklıgölê lê ji ber birîna wî xeddar bû li nexweşxanê can da.
Polîsan 4 kesan xistin bin çav û li malekî ciyê bûyerê maddeyên hişbir, kêr û sîlih bidest xist. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.