TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê 31 kesên din tûsî Koronayê bûn kesekî jî can da

Leyla Denli
Nivîskar
📅 26 tebax 2020 15:00

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 31 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û yekî jî can da.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên borî de 31 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 20 mêr in û 11 jî jin in.

Herwiha Dr. Mistefa diyar kir, ji wan kesên ku bi Koronayê ketine, 7 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo , 2 kes li Rimêlan, kesek li Girkê Legê, 3 kes li Dêrikê, 3 kes li Tirbesipiyê û kesek jî li Dêrazorê ne.

Hevserokê Desteya Tenduristiya aşkere kir, pêketiyekî 58 salî li herêma Cizîrê bi Koronayê can daye û 8 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine gihîşt 425 kesan. Ji wan, 75 kes baş bûne û 27 kesan jî can dane.

 

Parve bike: