TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê qedexe heta 1ê Gulanê hat dirêjkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 21 nîsan 2020 19:52

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya çûnûhatinê heta roja 1ê Gulana dirêj kir.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber berdewamiya metrisiya vîrusa koronayê, wan biryar daye qedexeya çûnûhatinê heta 10 rojên din ango ji 22ê Nîsanê heta 1ê Gulanê dirêj bikin.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar de, hin asankarî di hin warên xizmetguzariyê de hatin kirin ji bo dikan û dermanxaneyan û bi taybet jî di warê çandiniyê de.

Li Rojavayê Kurdistanê heta niha pêketina ti haletekê bi vîrusa korona ji aliyê Desteya Tenduristiyê ve nehatiye tomarkirin. Lê roja 17ê Nîsanê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihandibû, kesekî li nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişlo bi vîrusa korona miriye.

Parve bike: