TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojhilat û Basûrê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5.2 çêbû

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 nîsan 2021 22:53

PeyamaKurd – Îro Sêşemê danê êvarê li parêzgeha Silêmanîyê û derdora wê erdhejeke bi dijwariya pileya 5,2 ya rixterê rû da.

 Hat zanîn ku erdheja navenda wê li parêzgeha Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê bûye, li Helebceyê jî hest pê hatiye kirin.

Li gorî agahiyan lerzîna erdhejê li deverên Helebce, Şarezûr, Silêmanî, Çemçemal, Soran û Derbendîxanê jî hatiye hîskirin.

Derbarê ziyanên erdhejê de hîn ti agahiyên zelal nehatine.

Parve bike: