Kurdistan
Li sê bajarên Kurdistanê seferên balafiran betal kirin
PeyamaKurd – Li sê bajarên Kurdistanê Maraş, Semsûr û Rihayê bi sedema berfa zêde bariya seferên balafiran nehatin kirin û betal kirin. Li bajarê Rihayê ji ber cemed ketibû erdê û mesafa dîtinê kêm bûbû balafir nikaribûn rabin û seferên ji bo Ankara û Îstenbolê betal kirin.
Balafira ku ji Îstenbolê diçû bajarê Rihayê, mecbûr ma ku xwe li Adanayê balafirgeha Şakirpaşa deyne. Her weha bi sedema şertên hewayî yên seferên ji bo bajarên Maraşê û Semsûrê bihatina kirin, hatin betalkirin.