TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser nedana rê pevçûn derket: 2 kustî û 10 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 21 nîsan 2021 04:14

PeyamaKurd –Li bajarê Rihayê di wexta fetarê de bi sedema di trafîkê de rê nedane hev û dixwestin bo fetarê zûtir herin malen xwe, pevçûn derket û di pevçûnê de çekan bikaranîn. Piştî tevlîbûna mirovên her dû aliyan kesên bi navên İbrahim Halil Çetin (22) û Lami Çetin (50) di pevçûnê de mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Bi sedema rê nedan hev û pevçûn derket, kesên bûyerê dîtin xeberê dan polîs û tîmên tenduristiyê. Her dû kesên navborî ku di pevçûnê de birîndar bûn, wan birin nexweşxanê û li nexweşxanê can dan.

Polîs bo girtina kesên tevlî pevçûnê bûne xebatê da destpêkirin.

Parve bike: