TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Serêkaniyê ser derket: Kustî û birîndar hene

Leyla Denli
Nivîskar
📅 04 hezîran 2021 12:59

PeyamaKurd – Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera komên çekdar de şer derket û hejmarek ji wan hatin kuştin û sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên xwecîhî, li bajarê Serêkaniyê di navbera çekdarên “Şuheda Bedir” û “El-Miwalî” de şer derket û di encamê de ji her du aliyan kuştî çêbûn.

Şer heta gundê Diwêra yê rojavayê bajar fireh bû, di encamê de hejmarek sivîl di nav de jinek û zarokek birîndar bûn.

 

Parve bike: