TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Serêkaniyê teqîn: Kustî û birîndar hene

Hevi Turan
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2020 14:47

PeyamaKurd – Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin destê artêşa Tirkiyê û komên çekdar de ye, îro sibehê teqînek çêbû.

Li gorî zanyariyên destpêkê motorsiklêteke bombebarkirî li navenda bajêr hatiye teqandin.

Li gorî çavkaniyên herêmê, di encama teqîna ku li nêzî Rêveberiya Êmên Ajalan çêbûye de, li gorî agahiyan 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û 19 kes jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, ev sê roj in li ser hev li Serêkaniyê teqîn çêdibin ku hîn ti aliyekî ew êrîş li xwe negirtine. 

Parve bike: