TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sêwazê erdhej çêbû

Leyla Denli
Nivîskar
📅 08 sibat 2021 14:30

PeyamaKurd – Bi hêza 4.4 pileyên Rîxter, li bajarokê Gemerekê yê ser bi parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê ve, erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) da zanîn, di saet 01.01 de, li gundê Beştepe yê ser bi bajarokê Gemerekê, erdhejek bi hêza 4.4 pileyên Rîxterê çêbû.

AFADê diyar kiriye, erdhej 16.68 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Welatî bi erdhejê hisiyan û hinek ji wan derketin derve.

Agahiyên destpêkê destnîşan dikin, tu zerar û ziyanek çênebûye.

Roja Sêşemê 2ê Sibata 2021ê li nêzîkê heman cihî, erdhejeke din bi hêza 4.7 pile çêbûbû.

Parve bike: