TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Silêmaniyê endamekî asayîsê di operasyonekê de can da

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 hezîran 2022 12:23

PeyamaKurd – Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, dema operasyona girtina tawanbarekî madeyên hişber, karmendekî asayîşê can da.

Li taxa Şêx Ebas a Silêmaniyê hêzên ewlekariyê ji bo girtina gumanbarekî operasyon kirin û dema operasyonî kesê gumanbar bi guleyan êrîşî hêzên ewlehiyê kir û karmendê ewlehiyê Tebîn Cemal bi giranî birîndar bû.

Hat diyarikirin ku Cemal tevî hemû destwerdanên pizîşkî jî nehatiye rizgarkirin û can daye.

Hat zanîn Temîn Cemal ê 40 salî bavê 3 zarokan bûye û hevjîna wî jî ducanî bûye.

Hat ragihandin ku kesê tawanbar N.M.H hatiye girtin û ji bo tawanên kuştina qestî û bazirganiya tilyakê lêpirsîna wî dewam dike.

Parve bike: