Kurdistan
Li Silêmaniyê xwendevan xwepêsandan kirin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê hinek xwendevanên zankoyê rê girtin û xwepêşandan kirin.
Xwendevan ji hukumeta Herêma Kurdistanê xwestin ku bûrsên xwendevanan bên dayîn, di xwendina duyem de miqdarê pera daxînin, perê ciyên razanê ji xwendevavnan nestînin û partiyên siyasî destê xwe nexin nav karê perwerdê.
Di nav daxwazên xwendevanan de her weha xwestin ku di wexta xwepêşandanan de kesên mudaxele bi xwendevanan bikin bila bên cezakirin.