TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Silopiya teqîn: 4 xebatkar mirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 18 hezîran 2020 01:49

PeyamaKurd- Parêzgeha Şirnexê ragihand ku li beldeya Gorumlu ya bi ser navçeya Silopiya, ber bi Çiyayê Cûdî rê tê çêkirin û pikaba ku bo makîneyên şîrketa rê çêdike, mazot an benzînê dibir, li Kurtikê, siet li dora 18.35 an teqîn çêbû. Di encama teqînê de 4 karker mirin. Parêzgeha Şirnexê weha got:

“Li bajarê me Şirnexê li navçeya Silopiya di nav erebê de 4 hemwelatiyên me mirine. Sedema çêbûna teqînê tê lêpirsîn. Bo malbat û dostên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin.”

Parve bike: