TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Silopiyê bi dijwariya 4,2 erdhej çêbû

Salih Turan
Nivîskar
📅 22 mijdar 2018 14:34

PeyamaKurd - Li navçeya Silopî ya Şirnexê vê sibehê li demjimêr dor 08.50 bi dijwariya pileya 4,2yan erdhejekê rû da.

Navenda Lêkolînên Erdhejê erdheja ku navenda wê Bugdayliya Silopiyê di kûrahiya 5 kîlometran de rû daye û dijwariya wê bi pileya 4,2 hatiye pîvan.

Erdeheja li Silopiyê bû sedema tirsê, lê derbarê ziyanên erdhejê de hîn ti zanyarî nehatine.

Parve bike: