Kurdistan
Li Til Rifetê 5 leskerên hikûmeta Samê hatin kustin
PeyamaKurd – Li Til Rifetê, di encama êrîşeke çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û baregehên wan yên li Helebê jî ji aliyê Rûsyayê ve hatin bombebarankirin.
Li gor hat ragihandin, do Pêncşemê 3ê Mijdara 2022an artêşa Tirkiyê bi 10 hawanan navçeya Til Rifet a ser bi herêma Şehbayê topbaran kirin.
Herwiha beriya wê jî bi şev çekdaran li herêma çiyayê Şêx Eqîl li gundewarê Bakurê Helebê, êrîşî otombîleke artêşa hikûmeta Sûriyê kirin û di encamê de 5 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 6 birîndar bûn.
Hat anîn pişt re balafirên Rûsya li dijî baregehên çekdaran li bajarê Daret Izê li Helebê 3 êrîş pêk anîne.
Artêşa Sûriyê jî derdora gundê Kebaşîn Şêx Îsa li navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran kirin.