Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 254 kesên din ji koronayê mirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 254 kesên din ji ber koronayê mirine û 14 hezar û 205 kesên din pê ketine.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca îro 27ê Kanûnê ragihand, 254 kesên din ji nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest dan û 14 hezar û 205 pêketiyên nû hatin tomarkirin. Herwiha 21 hezar û 196 nexweş jî di 24 saetên borî de baş bûne.
Bi van amarên dawî re, hejmara mirinan gihîşt 19 hezar û 878 kesan û hejmara pêketiyan jî bû 2 milyon û 147 hezar û 578 kes.
Wezîrê tirk di parvekirina xwe ya li ser twitterê de got: "Îro 2.806 nexweşên me hatine tespîtkirin. Hejmara pêketî û nexweşên me kêm dibe. Hejmara yên temasa hevdu kirine û daxwaza bo testkirinê kêm dibe. Em hêvîdarin di demek nêz de bandora bergiriyan û qedexeyan jî ji nêz ve bibînin. Wê rijdbûna di têkoşînê de, serkeftinê mayînde bike."