Kurdistan
Li Wanê bi dijwariya 4,7an erdhej çêbû
PeyamaKurd - Li bajarê Wanê navçeya Elbakê ya Bakurê Kurdistanê îşev li demjimêr 21:02yan erdhejeke bi pileya 4,7an çêbû.
Çavdêrxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogaziçî ragihand ku erdhej li navçeya Elbakê li herêma Kaşkolê li demjimêr 21:02yan rû daye.
Herwiha Saziya Rewşên Lezgîn a Tirkiyê AFADê jî pileya erdhejê wekî 4,6 tomar kiriye ku hîn nehatiye zanîn bê ziyaneke erdhejê çêbûye yan na.
Erdheja Elbakê ji ber dijwariya xwe li bajarê dorûbera Wanê yên bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.