TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê bi dijwariya 4.9an erdhejek çêbû

📅 03 nîsan 2020 14:38

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê bi dijwariya 4.9an erdhejek çêbû.

Li gorî Navenda Çavdêriya Erdhejan a Kandilliyê, li navçeya Tuşpayê ya bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê bi dijwariya 4.9an û 5 kîlometreyan di bin erdê de erdhejek çêbû.

Ji aliyê din ve AFADê ragihand ku dijwariya erdhejê 4.7e û 13 kîlometreyan di bin erdê de rû daye.

Ji erdhejê di nava xelkê de panik û tirs çêbû û heya niha nayê zanîn ka di wê erdhejê de ziyanên canî çêbûne yan na.

Parve bike: