Li Wanê dîsa çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Li Wanê dîsa meş, çalakî û civînên bi kom ên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.
Li gor Parêzgariya Wanê ya Bakurê Kurdistanê do li ser malpera xwe ya fermî diyar kir, rojên Şemî û Yekşemê meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana kon û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bi kom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.
Herwiha Parêzgariya Wanê îdia dike, qedexe “ji bo rêgirtina li êrîşan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyêde hat eşkerekirin, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku parêzgarî destûrê dide.
Çend meh in bi berdewamî rojên Şemî û Yekşeman bi biryara parêzgariyê, li Wanê çalakî tên qedexekirin.