TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê minîbusa koçberên neyasayî tê de bûn wergeriya

Leyla Denli
Nivîskar
📅 09 îlon 2021 14:29

PeyamaKurd – Li qezaya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, minîbusa koçberên neyasayî tê de bûn wergeriya û di encamê de 9 koçber birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, bûyer li ser rêya parêzgehên Wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê çêbûye û minîbusa ku koçber tê de bûn, li nêzîkî gundê Dokuzaga ji kontrola şofêr derketiye û wergeriyaye.

Di encama bûyerê de, 9 koçberên neyasayî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, polîs, cendirme û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar bi ambûlansê bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Herwiha 31 koçberên ku ji minîbusê hatin rizgarkirin jî piştî kontrola tendirustiyê şandin Navenda Paşdeşandinê ya Rêveberiya Koçberiyê ya Wanê.

Parve bike: