TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Xaneqînê 4 DAISî hatin kustin û çeperên wan hatin rûxandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 19 gulan 2020 22:36

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li derdora bajarê Xaneqînê 4 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine kuştin û di encama wê operasyonê de çeperên DAIŞê jî hatine rûxandin.

Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed daye xuyakirin ku îro hêzên taybet yên Iraqê bi alîkariya balafirên şer li derdora Xaneqînê operasyonek li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn.

Nîhad Mihemed ragihand, di operasyonê de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 6 baregeh û çeperên wan jî hatin rûxandin.

Parve bike: