TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Yemenê bi dehan çekdarên Hûsîyên Îranî hatin kustin û dîlkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 îlon 2020 22:37

PeyamaKurd - Navenda medyayê ya hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku îro 4ê îlonê ji demên sibehê ve li eniya El-Elem ya parêzgeha Cofê şerekî dijwar rû daye.

Navendê da xuyakirin: "Artêşê rêzeçiyayên Hiwêşan rizgar dikin, gelek alav û tîmên wê wêran kirin, cebilxane û çek desteser kirin."

Hat ragihandin, di encama şerê dijwar de bi dehan endamên milîsên Hûsî yên girêdayî Îranê hatine kuştin û hinek jî hatine dîlkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku balafirên Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî, depoyên cebilxane, bingeh û cihên Hûsiyên girêdayî Îranê li rojhilatê Hezemê wêran kirin.

Parve bike: