TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Zaxo du kes di rûbarê Dîcle de fetisîn

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 18 gulan 2024 20:08

PeyamaKurd – Rêvebiriya parastina sîvîl ya bajarê Zaxo ya Herêma Kurdistanê ragihand ku kesê bi navê İlyas Yusifê yek salî dikeve nav avê û pismamê wî yê ku dixwaze wî rizgar bike yê bi navê Ciwan Huseyîn Şerîf (18) xwe davêje nav avê da Ilyas Yusif rizgar bike.

Li gor rêvebiriya parastina sîvîl; kesên navborî li gundê Gurguran ketine nav ava Dîcleyê ber pêlan. Heya niha cenazê Ciwan Huseyîn hatiye dîtin lê lêgerîna li İlyas Yusif dewam dike.

Parve bike: