Kurdistan
Manavgat | 2 karkerên dixwestin agirê sewata daristanê vemrînin can dan
PeyamaKurd – Li navçeya Manavgat a Antalya ya Tirkiyê, 2 karkerên dixwestin agirê şewata daristanê vemrînin, can dan.
Li Manavgatê, 4 karkerên arazozê ku mudaxaleyî şewata daristanê kirin di nav agir de man. Ji 4 karkeran, 2 ji wan can dan û 2 jî hatin xelaskirin. Cenazeyê her du karkeran rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Manavgatê.
Beriya niha jî di şewata ku 4 roj in didome de 3 kesan can dabûn.