Kurdistan
Mela Bextiyar sertê vegera YNKê eskere kir û got…
PeyamaKurd - Berpirsê polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ku ev demeke dirêj e beşdarî civînên YNKê nabe, ji medya Kurdistanê re axivî.
Bextiyar bêyî sedema xeyîdîna xwe ya ji YNKê bêje, şert û mercên xwe yên ji bo beşdarbûna civînên rêveberiya YNKê eşkere kir.
Mela Bextiyar got, ez her kurê YNKê me û ti carî ji YNKê veneqetim û destnîşan kir, heke di kongreya partiyê de bi fermî daxwaz jê bê kirin, ew dê beşdarê civînan bibe, lê ne wisa be jî ew dê li mala xwe bimîne.