TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîst Îmaratê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 berfanbar 2025 22:14

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî, îro 4ê Kanûnê danê êvarê bi serdaneke fermî gihîşt Îmaratê.

Mesrûr Barzanî li paytexta Îmaratê Ebûrdabiyê ji aliyê Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Îmaratê Seîd Hacirî ve hate pêşwazî kirin.

Serokwezîr Barzanî, wê di serdana xwe ya Îmaratê de ku çend rojan dom dike de, bi rayedarên bilind ên Îmaratê re bicive û li ser zêdetir pêşxistina têkiliyên dualî û guhertinên dawiyê û pêşveçûnên rewşa giştî ya Iraq û herêmê biaxive.

Parve bike: