Mesrûr Barzanî: Em ê bi Tehranê re pêwendiyên cîrantiyê bigesînin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew bi serdana Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan a Hewlêrê kêfxweş bûne û gringiya pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê destnîşan kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê, di derbarê serdana fermî ya Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan a Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir.
Serokwezîr di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi dîtina Pezeşkiyan a li Hewlêrê kêfxweş bûye û wiha got:
"Em ê pêwendiyên xwe yên cîrantiyê yên li ser hîmê rêzgirtina dualî û berjewendiya hevpar bi pêş bixin."
Serokomarê Îranê û şandeyaa pê re, piştî hevdîtinên xwe yên li paytexta Iraq Bexdayê, vê sibê di demjimêr 08:15an de gihîşte paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê û li Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Pezeşkiyan li gel Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînan pêk anî û piştre jî bi awayekî taybet li gel Serok Mesûd Barzanî civiya.
Di hevdîtina Serok Mesûd Barzanî de Serok çîroka dastana Kurd a evîna xembar a 'Mem û Zînê' ku ji aliyê Fellezofê Kurd Ahmedê Xanî ve ji çîrokeke rasteqîn wek mesnewî hatiye nivîsîn ji Serokomarê Îranê re vegot û pirtûka 'Mem û Zînê' diyariyî Pezeşkiyan kir.
Ji aliyê din ve Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî Serok Mesûd Barzanî wek fermî vexwende Tehranê.