Mesrûr Barzanî: Îro li devera Soranê qonaxeke nû destpê dike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma ragihandina îdareya serbixwe ya Soranê de axivî û da zanîn, îro li devera Soranê qonaxeke nû destpê dike û pêşerojeke geştir li pêş xelkê vê deverê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Dilxweş im ku îro li vir im ji bo ragihandina îdareya serbixwe ya Soranê ku ji 4 qezayan Soran, Riwandiz, Çoman û Mêrgesorê pêk tê. Xelkê têkoşer ê vê devêrê, Soran, Balekayetî, Biradost û Barzan, gelek gurbanî dane û zehmetî dîtine, li hember wan jî, îro wek dilsoziyekê ji xebat û têkoşîna vê deverê re, em hatin xizmeta wan bikin û îdareya serbixwe ya vê deverê rabigihînin.”
Herwiha eşkere kir: “Îro rojeke dîrokî ye, roja cibicîkirina soza Cenabê Serok Barzanî ji vê deverê re ye. Roja dilsoziya li hember xwîna şehîdên me û qurbaniya Pêşmergeyên me yên qehreman e. Roja pêşandana soz, pêzanîn û rêzgirtina li xebat û têkoşîna vê deverê ye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Cihê xwe ye, serê xwe bi rêz ji bo malbata şehîdan a serbilind bitewînin û pêzanîna xwe ji bo Pêşmergeyên qehreman pêşkêş bikin.”
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Îro bi ragihandina îdareya serbixwe ya Soranê û destbikarbûna serperiştiyarê vê deverê re, qonaxaka nû dest pê dike. Ev dever her ji destpêka tevgera rizgarîxwaz a gelê me ve û heta niha, binke û piştevana hemû şoreşên li dû hev bû. Qonaxeke nû dest pê dike û pêşerojeke geştir li pêş we ye.”
Di berdewamiyê de Serokwezîr destnîşan kir: “Em ê di Hikûmetê de, berdewam bin bi piştevanîkirina vê îdareya serbixwe, ji bo xizmeteke zêdetir pêşkêşî welatiyan bike, rûtîn û çûnûhatina di navbera navçe û deveran de kêm bike, herwiha dê fişara mezin a li ser Hewlêrê jî sivik bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Xweza vê deverê xweşik û ciwan e. Lê hîn li navçeyên sînorî em mijûlî pirsa ewlehî û aramiyê ne, hikûmet jî her hewlekê dide, ji bo aramî û ewlehî careke din vegere van navçeyan, ji ber ku ev dever di warê geştiyariyê de dikare sûdê li xelkê vê deverê û hemû Kurdistanê bike. Em ê piştevaniyê ji bo pêşxistina sektora pîşesazî, çandinî û geştûguzariyê li vê deverê bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de ragihand û got: “Em niha di hilmeta hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de ne. Divê em baştirîn nûnerên ku berevaniyê li mafên gelê Kurdistanê bike bişînin Bexdayê, ji bo hemû mafên xwe bi dest bixin.”