Kurdistan
Mesrûr Barzanî: ISID tektîkê guhert û îllegal dixebite
PeyamaKurd- Serokê Konseya Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku İŞİD tektîk guhertiye û xebata binax (îllegal) dike. Serokê konseya asayîşê û namzedê serokwezîrtiyê Mesrûr Barzanî bo rojnama Washington Postê axifî û got ku İŞİD di şer û bazirganiyê de tektîk guhertiye û xebata îllegal dike.
Barzanî got ku nema İŞİD weka berê dikare petrolê bifroşe û xwe berdaye nav xebata binax.
Di nûçeya rojnamê de, di mijara aboriya İŞİDê te radigihîn ku niha 400 mîlyon dolar perê İŞİDê heye û van pereyan li Tirkiyê û Emaratan e. fikra han bi xwe ya rojnamê ye.