TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî pistgiriya 7 milyar dînaran ji bo xwendekaran pesend kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 22 sibat 2023 23:30

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryara piştgiriya zêdetirî 7 milyar dînaran ji bo xwendekarên zanîngeh û dibistanan pesend kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bernameya piştgiriya xwendekaran a kabîneya nehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê pesend kir.

Li gorî biryarê, mehane zêdetirî 7 milyar û 250 milyon dînar ji bo piştgiriya xwendekarên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê wê  bê xerc kirin û wê ji bo sala akademîk (2022-2023) ji beşên navxweyî re xizmetê pêşkêş bikin.

Hat diyarkirin ku wê ev mîqdar bi heman şêweya sala xwendinê ya 2021-2022 li ser budçeya zanîngeh û peymangehan were veqetandin.

Parve bike: