TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata serokê Qewalên Êzidiyan

İlyas batu
Edîtor
📅 14 adar 2025 18:41

PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber koça dawî ya Serokê Qewal û Endamê encûmena Ruhanî yê Êzidiyan, nameyeke sersaxiyê pêşkêşî malbata Serokê Qewalan kir.

Îro, (13.03.2025) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Serokê Qewal û Endamê encûmena Ruhanî yê Êzidiyan Behzad Silêman Sivo, nameyeke sersaxiyê belav kir û ragihand:

“Ez ji ber koça dawî ya birayê Dr. Ebdulezîz Silêman, Behzad Silêman Sivo, serokê Qewal û encamê encûmena ruhanî ya Êzidiyan sersaxiyê li malbata we dikim û xwe hevparê xema we dizanim.”

Her weha diyar kir, 

“Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku canê Behzad Silêman, Serokê Qewal û endamê Encûmena ruhanî yê Êzidiyan, bi biheştê şad bike û sebir û aramiyê jî bide malbata we.”

Parve bike: