TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî û Sûdanî ji bo êrîsa Kormorê komîteyeke hevbes ava dikin

İlyas batu
Edîtor
📅 27 mijdar 2025 15:58

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di peywendiyeke telefonî de êrîşa bi droneyan a li ser zeviya gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kirin.

Di axaftinê de biryar hat dayîn ku ji bo dîtin û cezakirina êrîşkaran, komîteyeke lêkolînê ya hevbeş were avakirin.

Sûdanî êrîş wekî "êrîşeke li dijî tevahiya Iraqê" pênase kir. Piştî bûyerê, hilberîna gazê li zeviyê bi awayekî demkî hate rawestandin.

Parve bike: