TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Xizmeta bo sektora tenduristiyê erkekî pêsîne ye

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 sibat 2025 19:58

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Sibatê li Hewlêrê Yekemîn û mezintrîn pêşangeha navdewletî ya tenduristiyê li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê MEDICO vekir.

Di pêşangehê de zêdetirî 150 kompaniyên xwecihî û cîhanî cî digirin û çalakiyên pêşengehê heta 8ê vê meha Sibatê berdewam dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, piştî merasîma vekirina pêşengeha MEDICO ya Hewlêr li ser medya civakî peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê got, “Xizmetkirina sektora tenduristiyê, erkekî pêşîne ye û hevkariya di navbera sektorên taybet û giştî de, wê derfetên xizmetguzariyê ji welatiyan re veke.”

Parve bike: