TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Xwendekaran wek dibistan xizmeteke girîng bo Kurdistanê kiriye

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 sibat 2021 19:23

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Berpirsa Desteya Rêxistinên Cemawerî û Pîşeyî yên PDKê û her du sekreteriya Xwendekaran û Lawan kir.

Di destpêka hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 68emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Outabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, pîrozbahî li her du rêxistinan kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê di karên wan de ji wan re xwast.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bibîr xist, her du rêxistin di qonaxên cuda ên şoreş û têkoşîna tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de, roleke wan a girîng û pîşeyî hebû û xwedî dîrokeke geş in û bûne dibistanek bo pêşgehandina çendîn serkirdeyên jêhatî û bi karîn ku xizmeteke girîng bo Kurdistanê kirine.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, divê yekîtiyên xwendekaran û lawan, bi giyaneke afirîner berdewam bin li ser rola xwe ya pêşeng, ji bo girîngîpêdana bi hizrê nîştimanperwerî û pêşvebirina karînên xwe bi sûdwergirtin ji pêşkeftinên serdemê, da ku bikaribin bi baştirîn awa xizmeta Kurdistanê bikin.

Parve bike: