Kurdistan
Messi balafireke taybet a 15 milyon dolaran kirî
PeyamaKurd – Futbolîzê navdar ê Arjantînî ku di tîma Barcelonayê de gogê dibezîne, Lionel Messi balafireke taybet luks ji xwe re kirî.
Hat zanîn ku Messi bi 15 milyon dolaran ew balafir kiriye û mebesta wî jî rêwîtiyeke xweş ligel malbata xwe ye.
Di balafira taybet a 2004 model Gulfstream V de, 16 qoltixên dibin 8 ciyên razanê, du mitbex û serşok û tiwalet hene.
Li pişt duvê balafirê jî li ser daxwaza Messi guherîn hatin kirin ku jimara formeyê wî 10 dinivîse. Herwiha lir pêlekanan jî navê endamên malbata Messi hatiye nivîsîn.