TR KU SO
FB X
Kurdistan

Metran: "Di wê seva res û tarî de birayên me yên Pêsmerge me qebûl kirin"

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2020 02:49

PeyamaKurd – Metranê bajarê Mûsilê Mûsa Mikaîl ragihand ku li Herêma Kurdistanê ol û grûbên etnîkî weka hev tên biqedirkirin û got:

“Li Herêma Kurdistanê hamwelatîbûn di ser her tiştî de ye.”

Metran Mûsa Mikaîl bo Rûdawê li ser mijara halê Xirîstiyanên li Herêma Kurdistanê û bi taybetî piştî kiryarên İŞİD ê Xîristiyanên ku terka Iraqê kirine li ser rewşa wan axifî. Mikaîl gotiye ku di derbarê jimara Xîrîstiyanên ku li Iraqê dijîn reqemekî fermî di destê wan de tineye û weha gotiye:

“Di derbarê jimara Xîrîstiyanên ku li Iraqê û herêma Kurdistanê dijîn ti reqem tineye. Em texmîn dikin ku li seranserê Iraqê di navbera 400 û 500 hezarî de Xîrîstiyan hene. Ev jimar berê di ser 1 mîlyonekî de bû. Lê piraniya wan çûn welatên Rojava û welatên cîran. Niha piraniya Xîrîstiyanan li Herêma Kurdistanê dijîn. Kurdistan bo Xîrîstiyanan ciyê jiyanê ye. Li Iraqê koça Xîrîstiyanan kêm bûye. Li Iraqê, arambûna rewşê pêşwazîkirina Herêma Kurdistanê ya ji dil, dibe sedema mayîna xelkê me bi taybetî piştî rewşa êrîşên İŞİD ê. Hem tewrê Herêma Kurdistanê dike ku xelkê me yê çûne derveyê welat dagerin Kurdistanê. Çend malbatên çûbûn derve bi taybetî yên çûbûn Fransayê dageriyan Herêma Kurdistanê. Jiyana Herêma Kurdistanê bo wan xweştire.”

Metran Mûsa Mîkaîl ragihandiye ku ji ber êrîşên di sala 2013 an de ku ji aliyê İŞİDê de destpêkirin, di 6 salên dawiyê de 500 hezar Xîrîstiyan koç kirine. Mûsa Mikaîl behsa reva xwe ya ji ber İŞİD ê dike û weha dibêje:

“6 ê tebaxê 2014. Di wê şeva reş de ez jî weka bi hezaran kesan ber bi sînorê Kelekê de reviyan. Xirîstiyan, misilman, Şebek û Feylî em bi hezaran kesên ku eslê wan ji hev cudabûn, me xwe siparte Kurdistanê. Birayên me yên Pêşmerge îznê dan ku em derbas bibin Kurdistanê. Pêşwaziyekî germ li me kirin. Em îro dinêrin. Kurdistan ciyekî mînake. Qanûn tên tetbîq kirin, temamên grûbên etnîkî û olî di heman astê de qedrên wan heye. Li Herêma Kurdistanê hemwelatîbûn di ser her tiştî de ye.”

Parve bike: