MSD: ‘Rûsya ji bo radestkirina Eyn Îsayê fisarê li HSDê dike’
PeyamaKurd – Li ser topbaran û êrîşên berdewam ên artêşa Tirkiyê û komên çekdar bi ser bajaroka Eyn Îsayê de, Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer ragihand ku Rûsya fişarê li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike daku Eyn Îsayê radestî hêzên rûsî û rejîma Sûriyê bikin.
Emîne Omer gotiye, Tirkiye dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe û rêya di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qut bike, ji ber ku stratejîk e û li ser rêya M4ê ye.
Rêvebera MSDê diyar kiriye ku Rûsya berpirsa van êrîşên li dijî Eyn Îsayê ye, ji ber ku ew berpirsa parastina herêma Eyn Îsayê ji êrişên Tirkiyê ye.
Emîne Omer daye zanîn ku Rûsya ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê bi erka xwe ranebûye û zextê li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike da ku navçeyê radestî wê bikin û piştre radestî hêzên hikumeta Şamê bikin.