Navên 12 qurbaniyên lehiya Hewlêrê eskere bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gor zanyariyên fermî yên dawî, heta niha li Hewlêrê ji ber karesata lehiyê 12 kesan can daye û kesên ji derveyî Herêma Kurdistanê jî di nav wan de hene.
Lehiya şeva borî ya piştî barana zêde, li çend taxên û navçeyên Hewlêrê ziyaneke mezin çêkiriye ku heta niha hejmara miriyan gihîştiye 12 kesan.
Navên kesên di lehiyê de can dane jî eşkere bûn:
- Cewahîr Xalîd, 16 salî, Ereb
- Bîrhat Emîn, Kurdê Êzidî
- Mesud Buldiz, hemwelatiyê Tirkiyê
- Ehmed Yasîn, 35 salî, Ereb
- Xedîce Husên Resûl, 80 salî, Kurd
- Remziye Kerîm, 40 salî, kurd
- Amîne Kerîm, 53 salî, kurd
- Resûl Cume, 27 salî, kurd
- Umêd Mamend 23 salî, kurd
- Daner Nebez 10 mehî, kurd
- Jin û zilamekî Ereb ku nasnameya wan nehatiye zanîn
Herwiha hatiye diyarkirin ku hîn kesekî winda heye û lêgerîn bo dîtina wî jî berdewam dikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî karesatê civîneke lezgîn ji bo alîkarî û qerebûkirina ziyandîtiyên lehiyê li dar xist û diyar kir, ew dê piştgiriyeke tam bidin mexdûrên lehiyê.