TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî serxwesî da malbata David Sassoli û Yekîtiya Ewropayê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 11 rêbendan 2022 23:00

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser koça dawî ya Serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassolî peyameke serxweşiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê Twitterê belav kiriye de, xemgîniya xwe bo koça dawî ya Sassolî anî ziman.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî, serxweşî da malbata Sassolî, hevkarên wî û nûnertiyên Yekîtiya Ewropa yên Kurdistan û Iraqê kir.

Serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassoli, îro 11ê Çileyê 2022yan li nexweşxaneyeke Îtalyayê ji ber nexweşiyeke giran koça dawî kiribû.

 

Parve bike: