Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî civiyan
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa es-Sudanî civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi beşdariya di Konferansa Asayîşa Munîhê (MSC 2023) ya li bajarê Munîh ê Almanyayê, pêwendiyên xwe yên dîplomatîk didomîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa es-Sudanî civiya.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, rewşa dawî ya danûstandinên Hewlêr-Bexdayê, rewşa aborî, budçeya sala 2023ê, rewşa giştî ya siyasî ya Iraqê û rola Iraqê ya navçeyî û navdewletî hat gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de ku tekezî li ser berdewamiya danûstandinên Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan li ser esasê destûrê hat kirin, hat gotin, ji ber zehmetî û metirsiyên li pêşiya welat pêwîstî bi hevkariya hemû hêz, partî û pêkhateyên Iraqê heye.
Di hevdîtinê de ku behsa serdana dawî ya şanda Iraqî bo Amerîkayê hat kirin, behsa parastina rewşa aborî ya welat jî hat kirin.