Kurdistan
Nivîskara Kurd hêjayî xelata ‘Jina Salê’ hat dîtin
PeyamaKurd – Nivîskara Kurd Sara Omer bi pirtûka xwe ya zimanê Dancî ya bi navê "Dode Vaskeren” (Gassal- Şûştina Miriyan) li Denmarkê hêjayî Xelata Elle Stil a Jina Salê hat dîtin.
Pirtûka Sara Omer "Dode Vaskeren” (Gassal) li ser mijara karesata Helebçe, serhildanên Kurdan li dijî zordariyê ye ku 2 meh berê hatibû weşandin.
Sara Omer ji medya Kurdistanê re kêfxweşiya xwe bo wê xelatê anî ziman û got, “Min xwest dengê jina kurd bi dinyayê bidim bihîstin. Lewra herî zêde ew êşê dikişînin. Hêvî dikim Kurd pirtûka min bikirin û bixwînin. Çimkî ev kitêb ji bo we hatiye nivîsandin.”
Hêjayî gotinê ye, pirtûka Sara Omer heta niha 350 hezar heb hatiye firotin ku ev xelata girîng jî bi xwe re aniye.