TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzgariya Wanê: Heta 15 rojan çalakî û sahiyên li bajêr hatin qedexekirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 28 sibat 2022 16:34

PeyamaKurd Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê diyar kir, heta 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr hatin qedexekirin. 

Parêzgariya Wanê da zanîn, çalakî û şahiyên wek kampanya îmzeyan, belavkirina belavokan, xwepêşandan, mitîng, civîn, vekirina konan û çalakiya rûniştinê heta 15 rojan hatine qedexekirin.

Herwiha hat eşkerekirin, qedexe di îro 28ê Sibatê de destpê dike û wê heta 14ê Adarê berdewam bike. 

Parve bike: