TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzgeha Hekkariya qedexeya çalakiyan danî

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 18 hezîran 2019 02:05

PeyamaKurd- Parêzgeha Hekkariya ragihand ku bo 30 rojan qedexeya tevger û çalakiyan daniye. Parêzgeh ji bilî tevger û çalakiyên ku ew dixwaze an ku dê ew îznê bide, bo temamê yên din qedexeyê danî.

Deverên ku qedexe bo wan hatiye danîn, navenda bajêr, navçe û deverên ku di bin berpirsiyariya hêzên cendirmeyan de ne, ji 18 ê hezîranê di siet 00.00 destpêdike û heya 17 ê tîrmeha (temmûz) 2019an siet 23.59an dê dewam dike.

Tevgerên an çalakiyên ku qedexe bo wan hatine danîn: Xwepêşandanên li meydanan, li kolanan, rê an park ciyên ku bo tevahiya xizmetê ne, li van ciyan xwepêşandan, civînên meydanî, meşên xwepêşandanî, tevgerên rûniştinê, greva birçîbûnê, vegirtina çadiran an ku konan, tevgera rûniştinê, agahdayîna bo çapemeniyê, danîna stendan û hwd.

Parve bike: