TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamentarê Kurdistanê: Divê Ebdulwehîd Sasiwar derkeve pês dadgehê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 23 tebax 2020 20:43

PeyamaKurd - Endamê lijneya asayîş û encûmena xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê Nizar Mela Xefar piştî bûyerên şeva borî li Silêmanî, Helebce û Kelarê ragihand, Serokê Nifşa Nû Şasiwar Ebdulwahîd û gruba wî ji wan tundiyan berpirs in ku doh 22yê Tebaxê bi navê xwepêşandanê pêk hatin.

Nizar Mela Xefar got: “Gruba Şasiwar Ebdulwahîd bi rêya ragihandinên xwe ve xelkê tehrîk dike bo tundiyê û bi navê xwepêşandanê vê dike. Herî dawiyê jî berpirsyartiya rewşê di stûyê Şasiwar û gruba wî de ye û divê derbikeve pêş dadgehê.”

Xefar da xuyakirin,  “Xwepêşandan nebûye, êrîşa çekdarî bû û saziyên ewlehiyê divê binkeyên hikûmetê û binkeyê PDKê jî bên parastin û nabe rê bê dayîn bi navê xwepêşandanê ve êrîşî binkeyên hikûmetê û partiyan bên kirin.”

Parve bike: