Kurdistan
Parlamentoya Iraqê îro dicive û guftûgoya li ser 5 projeyasayan dike
PeyamaKurd – Biryar e îro Sêşemê 19.11.2019ê saet 18:00ê êvarê Parlamentoya Iraqê bicive û 5 projeyasayan bipejirîne û 2 projeyan jî xwandina wan a yekem dê bike.
Li gor zanyariyên berdest, îro nav lijneyên Parlamentoya Iraqê amadekariyê dê bo pejirandina wan projeyasayan bikin, ku biryare îro bi pejirînin. Ji bo wê jî piraniya parlamenteran li parêzgehên xwe ve şeva borî vegeriyane Bexdayê.
- Li gor bernameya kar a encûmena nûnerên Iraqê, yekem karnameya rûniştina parlamentoya Iraqê de deng dê li ser sererastkirin û nûjenkirina projeyasaya encûmena parêzgehan were dayîn.
- Karmanameya duyem li ser pejirandina proje yasaya hilweşandina îmtiyazên darayî yên berpirsên hikûmeta Iraqê ye.
- Karnameya sêyem dengdane bo sererast kirina yekem yasaya desteya nezahe (Destpakî) ya Iraqê.
- Karnameya çarem dengdane ji pêşneyar yasaya lijneya olîmpiyata niştimaniya Iraqê
- Karnameya pêncem dengdane ji projeyasaya krediya tenduristî
- Karnameya şeşem û heftem jî xwendina yekem bo projeyasaya komîsyona helbijartinên Iraqê û xwandina yekem bo proje yasaya encûnemena nûnerên Iraqê.