Kurdistan
Parlamentoya Tirkiyê ji bo rakirina parêzbendiya Buldan û Temellî kete tevgerê
PeyamaKurd - Ji bo rakirina parêzbendiya (destnedana qanûnî) ya hevserokên HDPê Pervîn Buldan, Sezaî Temellî û 7 parlamentarên din parlamentoya Tirkiyê ket tevgerê.
Hat ragihandin ku 13 fezleyên ji bo rakirina parêzbendiya 9 parlamentaran ji Parlamentoya Tirkiyê re hatine şandin.
Hêjayî gotinê ye, sala 2016an jî di serî de Selahattîn Demirtaş û parêzbendiya hejmarek parlamentarên HDPê hatibû rakirin û ew ji ber dozên li wan hatibûn vekirin şandibûn girtîgehan.
Li aliyê din Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî jî îro xwest ku parêzbendiya Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) bê rakirin.